• Monday, 23 February 2026
logo

Di nav dawetê de teqîn: 46 kuştî û birîndar!

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Di nav dawetê de teqîn: 46 kuştî û birîndar!
Şevêdin li nav dawetekê de li bajarê Felûce yê Iraqê teqîneke mezin çê bû û di encamê de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Fermandeyekê Operasyona Enbarê, eqîd Welîd El-Dilêmî di daxuyaniyekê de ragihand, "teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî çê bûye û dawetek li başûrê bajarê Felûceyê kiriye armanc."

Eqîd, Welîd El-Dilêmî got: "Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de herî kêm 16 welatiyên iraqî hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne."

Welîd El-Dilêmî herwiha da xuyakirin, xwekujekî otomobîla bombekirî bire nav dawetekê li devera Amiriye ya li başûrê Felûceyê û di nav dawetê de teqand.

El-Dilêmî amaje bi wê yekê jî kir, ku di nav wê dawetê de ji bilî welatiyên sivîl, çend kes û berpirsên leşkerî û ewlehiyê jî hebûne.

Wî fermandeyê iraqî destnîşan kir, ku hêzên ewlehiyê xwe gihandine cihê bûyerê û cenaze veguhastine pizîşkiya dadê û kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê, da ku werin çareserkirin.

Rudaw
Top