• Friday, 27 February 2026
logo

Serokê civata Başîkê: Serdana Barzanî bo Başîkê wek rojekî dîrokî ye

Gulan Media November 17, 2016 Nûçe
Serokê civata Başîkê: Serdana Barzanî bo Başîkê wek rojekî dîrokî ye
Serokê civata qezaya Başîkê diyar kir, serdana serok Barzanî bo devera Başîkê û Behzaniyê pir giringe û wek rojekî dîrokiye bo xelkê herêmê, herwaha dîtinên serok Barzanî wê pêkvejiyanê û lêborîna olî di navbera hemû pêkhateyên herêmê de bihêz bike.

Serokê civata qeza Başîk û Behzanî yê Dasin Qewal Silêman Sivu ji BasNewsê re ragehand, Serok Barzanî di serdana xwe ya bo Başîk û Behzanî de hêviyekî mezin li gel xelkê herêmê ava kiriye, ji ber bo xelkê herêmê misoger bû ku dê Serok Barzanî Başîk û Behzanî yê avadan bike û garantiya jiyanê bo deverê.

Herwaha got: ‘’Başîk Kurdistaniye, ti caran dê em razî nebin li ser Mûsilê ve be. Serok Barzanî jî teqez kir ku her cîhekî li aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatibe rizgar kirin ew der Kurdistane û Pêşmerge wê li wê derê bimîne.’’

basnews
Top