Amerîka li dijî nêzîkbûna Tirkiyê ji Babê ye
Hêzên Tirkiyê û hevpeyamniyên wê nêzîkî bajarê Babê bûne, di demekê de ku ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ti alêkarî wê yekê nayê kirin. Tirkiyê jî û bi biryara xwe ji wî bajarî nêzîk bûye.
Ev daxuyaniyên John Dorian piştî wê yekê hatin ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihandibû, ew 2 k.m ji bajarê Babê ve nêzîk bûne û tê çaverêkirin jî wî bajarî kontrol bikin.
Li gor nûçeyeke “France Perrs” di wê derbarê de Amerîka hêzên xwe yên taybet bo piştevaniya Tirkiyê belav kiribûn, vekişandibûn.
Vajî îradeya Tirkiyê, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî girîngiyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi taybetî ku berve bajarê Reqayê biçin.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî got jî, berdewamiya danûstandina dîplomasî di navbera Tirkiye û Hevpeymaniya Navdewletî ve pêwîst e bigihe rêkeftinekê, derbarê rola HSDê û rêgirtin bo rûbirûbûneke çekdarî di navbera HSD û hêzên Tirkî ve.
k24
