• Friday, 27 February 2026
logo

Bejahiya Reqayê ji çeteyan tê rizgarkirin

Gulan Media November 17, 2016 Nûçe
Bejahiya Reqayê ji çeteyan tê rizgarkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li baskê Eyn Îsa gundê Tiwêlia ji terorîstên DIŞIê rizgar kirin. li eniya Silûk jî şervan 6 Km pêşve çûn.
Operesyona Xezeba Firatê di roja xwe ya 12’emîn de didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê şeva din heya vê kêliyê li herêmê di nav tevgerê de ne û pêşve diçin.
Nûçegihanên ajansa me yên ku eniya Eyn Îsa dişopînin, diyar kirin ku piştî şervanan duh 3 mezre û Girê Damir ê ku 16 km dikeve başûr rojhilatê Eyn Îsa rizgar kiribûn û dor li gundê Tiwêlia girtibûn, şeva din piştî pevçûnên dijwar gundê Tiwêlia yê ku 16.5 km dikeve başûr rojhilatê Eyn Îsa bi temamî ji terorîstên DIŞIê rizgar kirin.
Nûçegihanên ku eniya Silûk dişopînin jî, ragihihandin ku şervanên Xezeba Firatê şeva din ji gundê El-Hayis ketin nava tevgerê de û li vê xetê 6 km ji terorîstên DIŞIê rizgar kirin. nûçegihanan dan zanîn ku şervanan gundên Xinêz û Suls Xinêz ên ku 28 Km dikevin rojavayê Qenterî dorpêç kirin.
Bi vî awayî şervan ji roja destpêkirina hemleyê, li vê baskê 28 Km pêşveçûn qeyt kirin.
Anha
Top