Helwesta Donald Trump derbarê Kurdan dê çibe
Di kampîna hilbijartinê de, Trump da zanîn ku, projeyên wî li Rojhilata Navîn û Sûriyê dê şerê terorê be û di vê mijarê de dibêje ku, Serokê Sûriyê kesekî xerab e, lê dizane terorîstan bikuje.
Sebaretî opozosyona Sûriyê ku Amerîka ta radeyekê piştgirya wê dike. Trump dibêje ku, ew kesin nenas in û eger e di paşerojê de hevalbendên DAIŞê bin, heger Amerîka dijberiya rêjîma Sûriyê bike, divê bi Îran û Rûsiyê re jî şer bike.
Li gorî hin endamên Desteya Hevahengiya Niştimanî ya li Sûriyê giring e ji Amerîkayê re ku berjewendiyên xwe li deverê biparêze.
Li gorî hin çavdêrên siyasî dibînin ku, serokê nû yê Amerîkayê naxwaze ezmûna Lîbiya û Iraqê li sûriyê dubare bibe. Ji ber vê yekê pêşbîn e Amerîka têkilyên xwe bi Îran û Rûsiyê re xurtir bike, nemaze ku programê atonomî li cem herdu dewletan heye.
Pirsa herî giring dimîne, gelo di paşerojê de helwesta Amerîka derbarê Kurdan dê çibe, nemaze ku Pêşmerge û YPG li Îraq û Sûriyê şerê DAIŞê û grûpên radîkal dikin.
k24
