• Friday, 27 February 2026
logo

Cigirê Serokomar: Me navê PKK û Heşda Şeibî bikevin Mûsilê

Gulan Media November 17, 2016 Nûçe
Cigirê Serokomar: Me navê PKK û Heşda Şeibî bikevin Mûsilê
Cigirê Serokomarê Iraqê Ûsame Nûceyfî diyar kir, piraniya Nînowayê dixwaze ev dever bibe herêmeke federal û Şingal û Tilefer jî bibin parêzgehên wê.

Ûsame Nûceyfî di dema beşdarbûna bernameya Rûdawa Îro ya Radyo Televîzyona Rûdawê, derbarê pêşeroja Mûsilê de axivî û got: “Bêguman xelkê Mûsilê yên resen in û ji ol û neteweyên cuda pêktên. Dagirkeriya DAIŞê di encama polîtîkayên xelet ên hikûmeta Bexdayê pêk hat. Di navbera salên 2008 û 2014ê de nekarîn artêşekî baş ava bikin da ku bajêr li hember êrîşan biparêze.”

Nûceyfî behsa operasyona Mûsilê kir û diyar kir, “Niha di nava şerekî de ne. Şerê derxsitina terorê ye. Hemû hêzên çalak alîkariya hev dikin. Hemû pêkhateyên Nînowa di yek eniyê de ne. Lê niha ya giring pêşeroja Nînowa ye. Pêwendiyên pêkhateyan û şêweyê rêveberiya nû yê vê parêzgehê giring e. Her çawa be divê biryar di destê xelkê de be. Herwiha divê hêzekî bê alî yê ewlekariyê jî vê herêmê biparêze.”

Cîgirê Serokomarê Iraqê îdîa kir ku piraniya Nînowayê di wê nêrînê de ne ku ev dever bibe herêmeke federal û ragihand, “Ev herêm jî ji çend parêzgehan pêk bê. Şingal bibe parêzgahek, Tilefer, deşta Nînowa û Mûsil jî bibin parêzgeh.”

Derbarê herêmên ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin jî Nûceyfî wiha axivî:

“Em dibêjin bila sînorên Herêma Nînowayê weke ya pêş 2003 be. Navçeyên ku nakokî jî li ser hene, bila li gorî madeya 140 a destûra Iraqê bên çareserkirin. Bila li herêmê referandûm bê kirin da ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Lê divê ev referandûm di nêvengeke aram, dûr li hukmê leşkerî bibe û hemû kes bi serbixwe biryara xwe bide.”

Derbarê beşdarbûna Heşda Şeibî ya ji bo operasyona Mûsilê Nûceyfî wiha got: “Em qebûl nakin ku Heşda Şeibî beşdarî operasyonê bibe. Ne li Mûsil, ne li Tilefer û ne jî li ti navçeyeke din ê Nînowa divê beşdar nebin. Herwiha PKK jî divê beşdar nebe ku em PKKê weke rêxistineke terorîst û têkder dibînin. Ew dest dirêjî xelkê Mûsilê dikin.”

Nûceyfî daxuyand ku Bexdayê soz daye ku Heşda Şeibî û PKK nekevin nav Mûsilê lê Bexdayê heta niha pêwîstiyên vê sozê bicîh neanîne.

Rudaw
Top