• Friday, 27 February 2026
logo

Fermandarê Pêşmerge: 5 bingeh û 6 gund di destê DIŞIê de mane

Gulan Media November 17, 2016 Nûçe
Fermandarê Pêşmerge: 5 bingeh û 6 gund di destê DIŞIê de mane
Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Şingalê Umîd Simê Boselî ragihand ku ji destpêka operasyona Mûsilê û heta niha terorîstên DIŞIê ji navçeya Beac û bajaroka Bilêc a başûrê Şingalê ku xelkê wan ereb in, 2 caran êrişî Pêşmerge kirine, lê êrîşên wan hatin têkbirin û gelek ziyan dîtin.

Boselî da zanîn: 5 dever û 6 gund mane di destê DIŞIê de. Dê girtina wan asan be, lê ji ber hebûna DIŞIê li Mûsilê dê parastina wan hinekî zehmet be. Çimkî ew dever li ser riya Mûsil û Sûriyê ne.

Lewma em dixwazin wir bi kêmtirîn ziyanê rizgar bikin û li nêzîk emê planê ji bo rizgarkirina wan deynin."
Top