• Friday, 27 February 2026
logo

Ellawî: Nabe Iraq bihêle PKK li nav xaka Iraqê de êrişî Tirkiyê bike

Gulan Media November 17, 2016 Nûçe
Ellawî: Nabe Iraq bihêle PKK li nav xaka Iraqê de êrişî Tirkiyê bike
Alîkarê serokomarê Iraqê Eyad Ellawî bang li hikûmeta Iraqê kir, nehêle PKK li nav xaka Iraqê de êrişî Tirkiyê bike.

Eyad Ellawî, duh li paytexta Ordun-Emmanê, di konferansa asayişa de gotarek pêşkêş kir. Ellawî behsa şerê azadkirina Mûsilê û nakokiyên Iraq û Tirkiyê li ser vê yekê kir û got, divê nakokî nemînin çimkî pêwîstiya me bi hev heye.

Alîkarê serokomarê Iraqê her wiha got, divê em nehêlin PKK li nav xaka Iraqê de êrişî Tirkiyê bike. Divê em asayişa Tirkiye û Îranê biparêzin ji ber ku pêwîstiya me jî bi wê heye ew asayişa me biparêzin.

Wî rayedarê Iraqî daxwaz kir konferansek herêmî bi tevlîbûna Îran û Tirkiye û welatên cîranên Iraqê li ser asayiş were lidarxistin.

Basnews
Top