Bexdayê bersiva Gorranê da: Em xwe tevlî karên Herêma Kurdistanê nakin!
Çend roj berê alîkarê serokê parlamentoya Iraqê û parlamenterê Gorranê, Aram Şêx Mihemed li bajarê Silêmaniyê gotibû, eger rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derheqê nefta Kurdistanê de serî negirt wê çaxê bila Bexda bûdceya parêzgehên Kurdistanê dabîn bike û yekser bide rêveberiya parêzgehan.
Gotinên wî parlamenterê Gorranê rastî nerazîbûna tund a rayedarên Herêma Kurdistanê bi taybet Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat.
Derheqê vê kirîzê de, berdevkê serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî ji televîzyona K24 re axivî û got, divê pêşniyar û daxwaziyên wisa ji aliyê dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamento yan jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bên pêşkêşkirin. Ji ber wê jî heta bi fermî tiştekî wisa ji Bexdayê neyê xwastin Bexda xwe tevlî karên Herêma Kurdistanê nake.
Berdevkê Heyder Ebadî di bersiva vê pirsê de ku gelo îmkana wê yekê heye ku Bexda rasterast rêveberiya parêzgeha Silêmaniyê muxateb bigire û bûdceya wê deverê dabîn bike? jî got, nexêr tiştekî wisa pêk nayê û ew karê rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Jixwe li gorî qanûnê, %17 ji bûdceya Iraqê para Herêma Kurdistanê ye û ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi ser parêzgehan de tê dabeşkirin.
Basnews
