Îbrahîm Biro: PYD bi fermana Sûriya zextê li ENKSê dike
Endamê serkirdayetî ya encumena niştimanî ya Sûriya ji BasNewsê re ragehand:”pêş şerê Mibicê rêkeftinek di navber hevpeymanan û hinek li welatn Ewropa de hebû ku eger bajarê Minbicê hate rizgarkirin divê çekdarên ser bi PYD hemû ji bajar bêne kêşan, ew di demekê da ye ku PYD bi zorê sedan ciwanên kurd birne eniyên şer di Minbcê de, û niha jî xwe vedkêşîne bi bê ku nûnerekê kurd di îdara Minbicê de danê.
Wî aşkere kir ku:” rêkeftina PYD ne ji bo berjiwendiyên kurdanê belkû şereke bi vikalet dimeşîne û tenê ciwanên kurd ji bo berjiwendiyên xelkên din didene kuştin.”
Îbrahîm Biro ev yek jî got ku:”Hikûmeta Sûriyê rasterast bi rêya Beşar Esed serokê wî welatî alîkariya PYD dike ku zextên xwe li ser hêzên kurdî ve zêde bike ji ber ku rêkeftina di navber PYD û hikûmeta Sûriya de heye heta ku PYD bi wê rêye bikarbe dosyaya ewlehî ya Rojava bigre destê xwe.”
Basnews
