Nexşerêya nû ya HDP nas bike
Li gor vê ”Nexşerê ya nû“ HDP, dê li 50 wilayetan civînên gelerî lidar bixe. Di van civînan de, birêvebiriya HDP dixwaze helwêsta xelkê girêdayî pirs û pirsgîrêkan bizanibe û li gor wan tevbigere.
Li gor zanyariyên Kurdistan24, di civîna xwe ya Birêvebiriya Meclisa Partiyê de ev pêşniyar a ”Nexşerêya Nû“ dê were rojevê û yekser xebatên civînan li wilayetan pêk bên. Di vê çarçoweyê de, yekemîn civînên wilayetan tê xizrkirin, ku li Qers, Edene û Dîlokê de lidar bikevin.
Tê çaverêkirin, ku di ”Civînên Gelerî“ de, birêvebirên HDP û herweha parlementer jî amade bibin. Ji derveyî van civînan, tê gotin, ku seredan ên malan û kesayetiyên bi bandor di nav civatê de jî bêne kirin.
Babetên herî girîng, ku HDP dixwaze di van civînan de bigre dest ”Helwêsta HDP, di babeta Destûra Nû ya Tirkiye, Rewşa Awarte li Tirkiye, Man a neman a di Parlemetoyê de û çendîn pirsên din ên girîng di rojeva HDP de bin“
K24
