• Friday, 27 February 2026
logo

Barzanî pileyeke bilind a leşkerî da şehîd Dr.Silêman

Gulan Media November 16, 2016 Nûçe
Barzanî pileyeke bilind a leşkerî da şehîd Dr.Silêman
Serokê herêma Kurdistanê ferman da pileyeke bilind ji bo şehîd Dr.Silêman bidin.

Ew Fermana serokê herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji bo fermandariya giştî ya hêzên çekdarên Kurdistanê ku wêneyek jî bo BasNewsê jî hatiye şandin, roja 14.11.2016 de derçûye û ketiye warê pêk anînê.

Mesûd Barzanî li gor birgeya 17 ji madeya 10 zagona serokatiya herêma Kurdistanê hejmara 1 ya sala 2005 ê biryar deye pileya Emîdî ya leşkerî ji bo şehîd Dr. Silêman Cûrûkaya bê dayîn û li gel dana mûçya xanenişînî bi pileya leşkerî a Emîdiy( generalî)ji bo malbata wî.

Serokê herêma Kurdistanê sedema wê biryarê ji bo”pêşkêşkirina xizmeta bi nirx a niştimanî “ji bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ve diyar kiriye.

Dr.Silêman ango Seid Çûrûkay hemwelatiyê Kurdistana Bakûre ku niştecihê Alman bû di destpêka şerê DAIŞê ve wek pêşmergeyek xwebexş beşdarî şer kiribû û piştre, 26.09.2016ê di dema pûçkirina bombekê DAIŞê de birîndar ketbû lê belê bi sedema giran bûa birîna wî le nexwaşxaneyeke Almaniye de di 31.09.2016 jiyana xwe ji dest da û piştra roja 06.10.2016ê bi merasimek taybet ve ji bo kurdistana bakûr û zadgehê wî hate şandin û her li wêr hate veşartin.

Basnews
Top