Şingal... Zêdetir ji 1300 meyît di nav gorên komî de ne!
Qaymeqamê bajarê Şingalê, Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehandiye ku malbatên karesata Şingalê serdana îdara bajêr dikin û daxwaza vekirina wan gorên bi kom dikin, heta ku bikaribin şêhîdên vê karesatê wek pêwîst, di gorêstanên xwe de veşêrin û eger ew gorene neyne vekirin, dibe xelk bi xwe û ne bi awayek zanistî wan goran vebikin û ev yek dê zererê bide dosyaya komkujiyê(jenosid), ji bo vê jî em daxwaz dikin ew gorene ji aliyên lijneyên taybet ve bên vekirin û hemû encamên vê bêne kom kirin, ji bo dosyaya komkujiyê baştir bê nasîn, lê belê heta niha ew daxwaza me nehatiye pêkanîn ku em bikarin gorên şehîdên Şengalê vekin.
basnews
