• Friday, 27 February 2026
logo

Li destpêka operasiyona Geyare û Musilê pitir ji 67,000 kes ji bo kurdistanê koçbar bûne

Gulan Media November 15, 2016 Nûçe
Li destpêka operasiyona Geyare û Musilê pitir ji 67,000 kes ji bo kurdistanê koçbar bûne
Li destpêka operasiyona rizgarkirina Musilê li Roja 17 Çirya yekema 2016 heya niha pitir ji 36,609 kes ji Musil û derdora wê ji bo Herêma Kurdistanê koçbar bûne û li kempên Xazir, Hesen Şam û Zilêkan hatine akincîkirin, ku ji 78% koçbarên Musil û derdora wê pêk dihê.

Sentera Hevbeşa Hemahangiya Kirîzan – JCC KRG xuya kir rojane pitir ji hezar kes berev sengerêm Pêşmerge dinên û paşan ji bo deverên aram dihên veguhastin û li kempan dihên akincîkirin.

Her ji destpêka operasiyona Geyare li Başûrê Musilê li meha Adara borî pitir ji 33,000 kes ji deverên Geyare, Şirgat û Hacî Elî koçbarê Kurdistanê bûn û li Kempa Dîbege hatin nîştecêkirin, ku ji 84% koçberên van deveran pêk dihê û rojane pitir ji 100 kes koçbar dibin û li kempan dihên akincîkirin.

Bi giştî 67,000 kes li demên operasiyona Geyare û heya çaremîn heftiya operasiyona Musilê ji deverên Bakûrê Parêzgeha Selahedîn (Bajarokê Şirgat), paşan Başûrê Muslê û deverên din yên derdora Musilê û aliyê Rojhilatê bajêr koçbarê Kurdistanê bûne.

Piştî qeyrnan Sûriyê li sala 2011 û hatina DAIŞê ji bo Îraqê li sala 2014 çend pêlên koçber û penaberan berev Herêma Kurdistanê hatin, dawîn pêla wan, koçberên Musil û dedora wê ye li demên çae heftiyên borî.

Heya niha 1,411,314 koçberên Îraqê û 216,860 penaberên Sûriye (Rojavayê Kurdistanê) li her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silîmaniyê hatine akincîkirin, bi awayekê ku 40% koçberên Îraqê û 97% penaberên Sûriye li Îraqê li Herêma Kurdistanê ne.

Sentera Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan li Wezareta Navxwe bi hevbeşî tevî ajansên NY û Wezareta Koç û Koçberên Îraqê û aliyên din yên têkildar pêşwaziya koçberên nû yên Musilê û derdora wê dike.
Top