Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kirwatya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Kirwatya li Iraqê pesnê xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya bi navê azadiyê da kir û wê yekê xisterû ku gelek bi başî hest bi daxwaz û hêviya xelkê Kurdistanê û wê biha û qurbanîdanê dike ku gelê Kurdistanê ji bo gihîştina azadî û rizgariyê bexşiye. Li beşeke dinê axaftina xwe de Balyozê Kirwatya balkişand li ser qehremaniya hêzên Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan û ragihand ku Pêşmerge yekem hêz bû ku rûbirûyê terorîstên Da'îş rawesta û serkeftinê bi dest ve anî. Her wiha pabendbûna welatê xwe jî ji bo piştevaniya hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê dûpat kir û amadehiya Kirwatya jî ji bo pêşxistina peywendiyên li warê aborî û geştuguzar û kertên din de ragihand.
Li beranber da Serok Barzanî rêz û pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kirwatya ya ji bo gihîştina serbixweyî yê nîşan da û spasî gel û Hikûmeta Kirwatya jî kir ku li şerê terorîstên Da'îş de hevkarê Pêşmerge bûne û piştevaniya gelê Kurdistanê kirine û ragihand Herêma Kurdistanê amadeye peywendiyên xwe yên li warê cûr bi cûr de li gel Kirwatya berfirehtir bike.
Her li vê civînê de behsa rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan li Musil û serkeftinên Pêşmerge û artêşa Iraqê kir.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û paşaroja Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bûn.
