• Friday, 27 February 2026
logo

Artêşa Iraqê bajarê Nemrûd ê dîrokî kontirolkir

Gulan Media November 13, 2016 Nûçe
Artêşa Iraqê bajarê Nemrûd ê dîrokî kontirolkir
Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de, Artêşa Iraqê bajarê Nemrûd ê dîrokî ji çekdarên DaIŞê ku, dikeve bakurê çemê Zabê kontirolkir.

Derbarê vê yekê şaneya ragehandina şer di Artêşa Iraqê de daxuyaniyek belav kir, tê de tekez ku, bajarê Nemrûd ê dîrokî hate rizgarkirin, da zanîn ku, berî wê jî gundê El-Nûmaniyê ku, dikeve başurê bajarê Nemrûd kontirolkirbûn.

Artêşa Iraqê di 17ê meha borî de operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkirbû, Hêzên Pêşmerge jî ji sê aliyan ve êrîş kir, heta niha gelek bajar û navçe kontirolkirine.

K24
Top