• Friday, 27 February 2026
logo

Mehmûd Osman: Tu hewldanekî Gorran bê PDKê sernakeve

Gulan Media November 13, 2016 Nûçe
Mehmûd Osman: Tu hewldanekî Gorran bê PDKê sernakeve
Siyasetmedarê kurd ragehand, rêkeftina Tevgera Gorran û YNKê nemaye û her du gazindan li yek dikin û xelk jî guh nade wan

Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand, pirsgirêka herî mezin a Kurdistanê pirsgirêka darayî ye, eger hikûmeta dahatê xwe hebe û mûçeyê xelkê bide, ev pirsgirêk namînin. Ji ber vê pirsyara cidî ev e, Bexda û Hewlêr rêkdikevin an na? Herêma Kurdistanê nefta xwe wê bide Bexdayê yan na?

Li gor Mehmûd Osman bersiva wan pirsane jî dikeve ser gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina her du hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê.

Herwaha wî siyasetmedarê kurd li ser rêkeftina Gorran û YNKê de jî got, rêkeftina wan nemaye û her du alî jî ji yek nerazîne, pirsgirêkên wan zêde ne û ji ber vê jî desthilatiya wan tuneye.

Mehmûd Osman amaje bi vê jî kir, ku YNK li gel destpêkirina piroseya xwandinê bû, ji bo pirose jî destpê bike givaşe û fişar jî kir, lê Gorran li gel xwepêşandan û berdewamiya boykotê bû.

Herwaha li gor Mehmûd Osman, tu hewldanekî di navbera herêma Kurdistanê û Iraqê bê razîbûna PDKê sernakeve, ji ber serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî peyvendiyên wî li gel Barzanî pir başe û nakeve eniya dijî PDKê.

Basnews
Top