Îsraîl: Hikûmeta Îranê pergalekî metirsîdar e!
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahu di hevdîtinekî li gel serokwezîrê Rûsyayê Dimitrî Medwedew de, li Beytul muqadesê, derbarê şerê navxwe yê Sûrîyê û rola Îranê gotûbêj kirin.
Netenyahu di vê hevdîtinê de, carekedin balkêşandiye ser bernameya atomî ya Îranê û diyar kir ew yek pir metirsîdare, herwaha destverdanên Îranê yên li herêmê jî amaje pê kir.
Li gor buroya serokwezîrtiya Îsraîlê hatiye ragehandin ku; ‘’Em ji bi cîhbûna hikûmeta Îranê ya li Sûriyê ne razî ne û emê pêşî li karekî waha bigrin.’’
Çend roj berî naha serfermandarê giştî yê Îranê Mihemed Husên Baqrî diyar kir, wan li gel rejîma Sûriyê piroseya hevbeş a çêkirina mûşek destpê kirine û li dijî Îsraîlê wê bikar bînin.
basnews
