Gorran xwapêşandana Silêmaniyê ji bo projeyên xwe yên sîyasî bikar tîne
Di nav xwepêşandanan de nerazîbûnên mamostayan ku çûbûne ber derê buroya parlementoya Iraqê, cîgirê dûyem ê serokê parlementoya Iraqê ser pişka Gorran, Aram Şêx Mihemed aşkere kir ku: ‘’Di egera çaresernebûna pirsgirêka di navbera Hewlêrê û Bexdayê de li ser radestkirina neftê, me ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên xelkê Kurdistanê pêşneyara danûstandina rasterast di navbera Bexda û parêzgehan de kiriye heta ku beşa mûçeyê parêzgehan bê dayîn.’’
Ew e di demekê de ye ku parlementerê hevpeymanî ya dewleta yasa li encûmena nûnerên Iraqê, Ehmed Bedrî ji medyaya ser bi YNKê(Yekîtî Niştimanî Kurdistan) ve gotiye : ‘’YNK û Gorran ew pêşniyare kirine û danûstandinê rasterast di navbera parêzgahên herêma Kurdistanê û Bexdayê de kirine ev yeke jî pêwîstî bi gotebêjên aliyên siyasî û rêkeftina li gel hikûmeta Iraqê heye û dibêje ku YNK û Gorran mafê wane û em jî wek dewleta yasa pêşwazî li wê pêşniyarê dikin û bi hemû şêweyan li gel de ne.’’
Li beramber vê yekê endamê frakasyona PDKê li parlementoya Iraqê Hakim Serhan Ehmed ji BasNewê ra ragehand ku : ‘’Li gor qanûn û zagonên Iraqê bi ti awayekê nabe hikûmeta Iraqê budce ji bo fermanberên Kurdistanê neşîne. Ew aliyên ku niha daxwaz ji Bexdayê dikin danûstaninê rasterast li gel Silêmaniyê bikin gelo ew aliyane, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine ku li gor qanûn û zagonan tevbigeren û mûce û budce bişîne û teqez kir ku ew daxwaza YNK û Gorranê siyasî ye û dijî yekrêzî ya herêma Kurdistanê ye.’’
Ji aliyekî din ve endamekî ji encûmena parêzgeha Silêmaniye ku nexwast navê wî aşkere be ji BasNewsê re got ku : ‘’Gorran xwapêşandana mamostayan ji bo projeyên siyasî yên xwe bikar tîne.’’
Basnews
