Serokwezîrê Iraqê: Heta niha DAIŞê 35 milyar dolar ziyan gihandiye Iraqê
Heyder Ebadî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ziyan û zirara ku DAIŞê gihandiye Iraqê 35 milyar dolar hatiye texmînkirin.
Ebadî behsa wê yekê jî kir ku ti welatekî kendavê alîkariya Iraqê nekiriye tenê Amerîka bi qasî 2 milyar dolar alîkariya Iraqê kiriye.
Serokwezîrê Iraqê her wiha anî ziman, yên ku li Iraqê bûn sebeba wê ku DAIŞ êrişî Iraqê bike dê bên cezakirin.
basnews
