• Friday, 27 February 2026
logo

Sekreterê Giştî yê PDKê dest ji kar kêşa

Gulan Media November 12, 2016 Nûçe
Sekreterê Giştî yê PDKê dest ji kar kêşa
Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Rojhilat (PDK) Xalid Ezîzî bi nameyekî dest ji karkişandina xwe ragihand.

16emîn kongreya PDK Rojhilat, ku di meha Sibata 2016ê pêk hat, bi asayî bidawî nebû û cara yekemîn di kongreya vê partiyê de ji bo endamên rêveberiyê dengdan nehate kirin.

Xalid Ezîzî di nameya xwe de behsa sedemên dest ji karkêşandina xwe nake lê wan îdîayan jî red dike ku di nava partiyê de jê re astengî hatibine çêkirin. Ezîzî diyar dike ku ew dê weke endamekî rêberiyê bimîne.

Niha divê rêveberiya PDK Rojhilat di nav du mehan de kesekî din weke sekreterê giştî hilbijêrin. Ji bo vê yekê jî navê çend kesan derdikeve pêş.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Rojhilat Mistefa Mewludî, yek ji wan kesan e ku weke namzet tê nîşandan.

Herwiha Endamê Komîteya Navendî ya vê partiyê Aso Hesenzade û Endamê Deftera Siyasî Mistefa Şelmaşî du navên din in ku jib o vê erkê navê wan derdikeve pêş.

Xalid Ezîzî piştî dabirîna rêzên PDKê, di sala 2006ê de weke rêberê nû derkete pêş. Bi gotina wî, daxwaza wî ya sereke yekgirtina partiyên Rojhilat bû. Wî piranî giringî dida çalakiyên medenî rêxistina gel.

Rudaw
Top