Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetê Serok Obama yê Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş kir
Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetê Serok Obama yê Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş ji bilî balkişandina girîngiya stratejî ya Herêma Kurdistanê û spas û pêzanînên Amerîka yê ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmerge û serkirdayetîkirina şer û destpêşxeriyên Serok Barzanî dûpatkir û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku Serok Obama tekez li ser palpiştîkirina Pêşmerge û piştevanîkirina serbazên Artêşa Amerîka ya ji bo hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş kir.
Her li vê hevdîtinê de behsa qonaxên operasyona azadkirina Musilê kir û rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Nînowa nirxandin.
Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda kirin.
