• Sunday, 22 February 2026
logo

Parêzgarê Duhokê û konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê li hev civiyan

Gulan Media September 8, 2016 Nûçe
Parêzgarê Duhokê û konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê li hev civiyan
Parêzgarê Duhokê Ferhad Emîn Etroşî diyar kir ku wan daxwaz kirine li Duhokê ofîsa vîzeya Tirkiyê were vekirin.

Parêzgarê Duhokê Ferhad Emîn Etroşî pêşwazî li konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê, Mehmet Akîf Înam kir.

Peyamnêrê BasNewsê li Duhokê ragihand, di wê hevdîtinê de her du aliyan behsa çawaniya xurtkirina çalakiyên bazirganî, aborî, geşt û tûrîzmê, rewşenbîrî û zanistî kirine.

Li gorî agahiyên peyamnêrê BasNewsê, parêzgarê Duhokê di wê hevdîtinê de behsa vebûna deriyê Serzêrê-Uzumlu yê di navbera Bakûr û Başûr de kiriye û kêfxweşiya xwe aniye ziman.

Ferhad Emîn Etroşî her wiha daxwaz ji konsulê Tikriyê yê Hewlêrê kiriye, li Duhokê ofîsa dayîna vîzeya Tikriyê were vekirin da ku hêsankarî bo welatiyên ku dixwazin serdana Tirkiyê bike, were kirin.

Konsulê Tirkiyê jî soz daye ku bo vekirina ofîsa vîzeya Tirkiyê li Duhokê, çi ji destê wan were, bikin.

Basnews
Top