ROJAVA - Di navbera YPGê û hêzên Sûriyê de şer derket
Çavkaniyeke taybet ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, îro piştî nîveo şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û çekdarên Artêşa Berevaniya Niştimanî de li navenda bajarê Hesekê derket.
Li gorî çavkaniyê Rûdawê, şerekî giran di navbera her du aliyan de derketiye û her du bi çekên giran êrişî binke û çeperên hev dikin.
Herwiha heman çavkaniyê da xuyakirin, ku qada şer he rku diçe berfirehtir dibe û şer niha li dedora Kenîseya (Dêra) Aşûriyan, Geracê û Benzînxaneya Merşo berdewam e.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di encama pevçûnan de, dikan û bazarên navenda bajarê Hesekê hatine girtin û xelkên sivîl navenda bajêr vala dikin.
Heman çevkaniyê aşkere kir, ku hêj sedema şer û pevçûnan nayê zanîn û tekez jî kir, ku heta niha ti zanyarî derbarê kuştî û birîndaran her du aliyan de nehatine zanîn.
Rudaw
