Agahiyên dawî derheqê operasyona Xazir û Guwêrê de
Duh danê sibê bi fermandehiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li eniyên Xazira Mûislê û Guwêra Mexmûrê operasyonek berfireh li dijî DAIŞê hat destpêkirin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, di operasyona duh de 6 gund li nêzîkî Mûsilê hatin azadkirin, îro jî 5 gund hatin azadkirin.
Li gorî ku fermandeyên operasyonê dibêjin, heta niha 120 km2 ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye azadkirin û operasyon heta niha jî didome.
Li eniya Guwêrê jî, hêzên Pêşmerge rêya sereke ya navbera bajarê Mûsilê û bajarokê Guwêrê jî azad kirine.
Ji duh de bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û komek ji wan jî bi saxî hatine girtin.
Basnews
