• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan: Bidawîanîna Cemaeta Gulen deyn li ser milê me ye

Gulan Media August 15, 2016 Nûçe
Erdogan: Bidawîanîna Cemaeta Gulen deyn li ser milê me ye
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ji vir û pê ve tiştek wek berî 15'ê Tîrmehê nabe û heta dawiya cemaeta Gulen were, dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Erdogan bi rêya vîdeo-konferansê beşdarî merasîma 15 saliya AK-Partî bû û ragehand, yên pêşveçûna Tirkiyê qebûl nakin, xwestin bi êrişên PKK û DAIŞ'ê bigihên armancên xwe, lê dema serneketin serî li derbeyê dan.

Erdogan da xuyakirin, dibe ku AK partî 15 salî be, lê doza wê şaristaniya hezar û 400 salan e û di roja 15'ê Tîrmehê de hewldana herî ketî, xwîndar û veşartî rû da. Ji ber vê yekî bidawîanîna Cemaeta Gulen deynê ser milê me ye.

Erdogan di gotara xwe de ragehand, wek Serokomar êdî nikare wek beriya 15'ê Tîrmehê tevbigere, divê tevayiya civatê jî weha nêzîk bibe.

K24
Top