• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyvdarê Hikûmeta Herêma kurdistanê pîrozbahiya serketinên Pêşmerge dike

Gulan Media August 14, 2016 Nûçe
Peyvdarê Hikûmeta Herêma kurdistanê pîrozbahiya serketinên Pêşmerge dike
Ji bona serketinên operasiyona Hêzên Pêşmerge li roja 14/8/2016 li her du eniyên ceng li deverên Xazir û Guwêr, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekê belav dike:

Em bi serketinên Hêzên Pêşmerge li her du deverên Xazir û Guwêr serbilind in. Pêşmerge her dem bi bandortirîn hêza şerker a dijî terorîstên DAIŞê ye. Em pîrozbahiyeka gerim ji serketinên îro yên Pêşmerge dikin û sersaxiya kes û karên şehîdan dikin û hêviya zû başbûnê jibo birîndaran dixwazîn, hevdem sersaxiya malbata şehîdê canemerg Mistefa Seîd dikin û hêviya zû başbûnê jibo Peyamnêrê Kurdistan TV Hêmin Nanekelî dixwazîn, berev serketina berdewam.

Sefîn Dizeyî

Pevdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Top