• Sunday, 22 February 2026
logo

Mensûr Barzanî: Zêdetir ji 120 terorîst hatine kuştin

Gulan Media August 14, 2016 Nûçe
Mensûr Barzanî: Zêdetir ji 120 terorîst hatine kuştin
Hêzên pêşmerge duh li her du mihwerên Xazir û Giwêrê derbên gelek dijwar li terorîstan dan.

Duh hêzên pêşmerge bo azad kirina hin gundên Kurdî yên di destê terorîstên DIŞIê de li her du mihwerên Xazir û Giwêrê operasiyoneke berfire li dijî terorîstên DIŞIê destpê kirin.

Di derbarê encamên operasiyonê de Fermandarê leşkerê taybet yê yek û Gulanê Mensûr Barzanî eşkere kir ku di operasiyonên îro de yên ku ji sê aliyan ve hatine meşandin herî kêm 120 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Mensûr Barzanî herwiha diyar kir ku ji seat 5 sibê heta 10 sibê hêzên pêşmerge karîne ku 7 gundên Kurdistanî ji destê terorîstên DIŞIê azad bikin û rêya navbera Giwêr û Mûsilê jî kontrol bikin.
Top