Fermandarek Pêşmerge: Hin cîh êdî li navenda bajarê Mûsilê ve nêzikin
Îro 14.08.2016ê fermandarê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Başîkê Hemîd Efendî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li her dû bereyên Xazir û Guwêrê serkeftinên mezin bidest xistine û pêşdeçûnekî baş hatiye kirin, herwaha gelek gund hatine azad kirin û biryare çend gundên din jî bên azadkirin.’’
Hemîd Efendî got: ‘’Ev êrîşa hêzên Pêşmerge li çarçoveya piroseya azadkirina bajarê Mûsilê de ye û pêşdeçûn berbi navenda bajarê Mûsilê ve tê kirin. Lê Pêşmerge li hin cîhan ve ji Mûsilê dûre û li hin cîhan jî pir nêzîkî navenda bajêr bûye. Ji ber wê pêşdeçûna Pêşmerge wê berdewam bike. Îro jî 10 kîlometre pêşdeçûn pêkhatiye.’’
Herwaha got, DAIŞê ziyanekî zêde dîtiye û gelek çekên wan ên giran hatine têkbirin. Di şerê îro de DAIŞ tanqan bikartîne, lê dîsa jî Pêşmerge heta nêzîk Mûsilê pêşde çûye.
Basnews
