Bi serokatiya Barzanî pêşmerge dest bi operasyonê kir!
Operasyon bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî birêve diçe. Hêzên Pêşmerge yên li eniyên Mexmûr, Guwêr û Xazirê beşdarê operasyonê dibin.
5 gund hatin rizgarkirin
Peyamnêrê Rûdawê Şivan Husên ragihand ku gundên Şenef, Taxê, Qerqeşe Til-Hemîd û Ebzexê ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye kontrolkirin.
Peyamnêrê me herwiha ragihand ku li gundê Şenefê otomobîlek bombebarkirî ji aliyê pêşmergeyan ve bi çeka Mîlan hatiye teqandin.
Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemêrî jî diyar kir ku li eniya Xazirê, li nêzîk gundê Steyh otomobîlek din ê bombebarkirî xwe nêzîkê pêşmergeyan kiriye lê ew jî bi çeka Mîlan hatiye jinavbirin.
Peyamnêrê me daxuyand ku şer di nava gundê Steyh de berdewam dike.
5 DAIŞî hatin kuştin
Peyamnêrê Rûdawê Neberd Husên jî ragihand ku Hêzên Pêşmerge di nava gundên hatine kontrolkirin bi hişyarî bombe û mayînan paqij dikin û di nav gundê Ebzex de 4 çekdarên sekvan ê DAIŞê di xaniyekê de hatine kuştin.
Peyamnêrê me daxuyand ku çekdarek din di xaniyek din de bûye û bi topên tangê xanî bi ser de hilweşiyaye.
Neberd Husên herwiha dazanîn ku hejmarek çekên sivik ên DAIŞê jî ketine destê pêşmergeyan.
Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand ku çekdarên DAIŞê bi otomobîlên medenî ji bereyên şer ber bi Mûsilê ve direvin.
Hêzên Pêşmerge bi du milan ve, milek ji gundê Werdekê, milek jî ji nahyeya Guwêrê ve pêş ve diçin.
Topxaneyên pêşmerge û firokeyên hevpeymanan bi tundî çeperên DAIŞê topbaran dikin.
Armanca operasyonê kontrolkirina 11 gundên Kurdistanê yên li deverê û bilindahiyên Kenhîşe ye ku li bakûrê rûbarê Zê ve li navçeya Gûwêr dinere. Herwiha armanc dûrxistina metirsiya DAIŞê li ser Guwêr, Dîbege û Hewlêrê, bi taybet jî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ye.
Tê gotin ku çekdarên DAIŞê beriya niha ji vê herêmê bi topên dûravêj topbarana hêzên Pêşmerge dikir. Bi vê operasyonê hedef ew e ku DAIŞê ji navçeyê bê dûrxistin û nekare bi topan êrîşê Pêşmerge bike.
Bi vê operasyonê Hêzên Pêşmerge gavek din nêzîkê parzûngeha Hemam Elî û bîrên petrolê yên di destê DAIŞê de dibe.
Li gel operasyonê Hêzên Pêşmerge gavek din nêzîkê Mûsilê dibe ku niha eniya Xazirê 15, eniya Guwêrê jî 23 km ji Mûsilê dûr e.
Hêzên Pêşmerge di 29 û 30ê Gulana îsal de jî li eniya Xazirê operasyonek fireh pêkanîbûn û 10 gund û navçeyek 125 km çargoşe ji destê DAIŞê derxistibû.
Rudaw
