• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Dihokê rojnamevank hat kuştin

Gulan Media August 13, 2016 Nûçe
Li Dihokê rojnamevank hat kuştin
Li bajarê Dihokê rojnamevanê bi navê Vedar Huseyîn Alî (28) kuştî hat dîtin.

Rêvebirê Ewlekariya Dihokê Hemin Etruşî ji Rûdawê re ragihand ku Huseyîn Alî li ser rêya Dihok û Sêmêlê birîndar hatibû dîtin.

Hemin Etruşî diyar kir rojnamevanê navborî li nexweşxaneyê tevî midexaleyan ji mirinê xilas nebû.

Etrûşî da zanîn saziya tipa dadî derbarê sedama mirina wî de lêkolînê dike.

Medya nêzîk PKKê jî ragihand ew peyamnêrê wan bû.

Di nûçeyê de hat ragihand Vedat Huseyî Alî jji aliyê hinek kesên nenas ve tê revandin û piştî çend saetan cenazeyê wî li ser rêya sereke ya di navbera Dihok û navçeya Sêmêlê de hate dîtin.

Rudaw
Top