ŞIRNEX – Serokê AK Partiyî hat kuştin
Duh bi şev komek gerîlayên PKKê 5 km nêzîkê navenda navçeya Elkê ya Şirnexê rêya hatinûçûnê birîn û otomobîl ragirtin.
Li ser rêya navçeyê gerîlayên PKKê Serokê Baskê Ciwanên AK Partî yê Elkê Nacî Adiyaman û birayê wî Fîkret Adîyaman, revandin.
Hate zanîn ku gerîlayên nasnameyên welatiyan kontrol dikir, otomobîla Nacî Adiyaman û birayê wî Fîkret Adîyaman rawestandin.
Piştî ku otomobîla wan hate şewitandin herdu birayên ji eşîra Jîrkiyan hatine revandin.
Termê Nacî Adiyaman îro saet 14.00yê kilometreyekê dûrî cihê hatibû revandin hat dîtin.
Ji bo dîtina Fikret Adiyaman hêj operasyan li Çiyayê Kato berdewam e.
Serok eşîrê Jîrkiyan Tahir Adiyaman jî di 11ê Nîsanê de li ser rêya Bêşebap û Colemêrgê rastê êrîşa gerîlayên PKKê hatibû.
Di bûyerê de Adiyaman birîndar bibû û ew rakiribûne nexweşxaneya Şirnexê. Herwiha rîspiyên eşîretê jî nerazîbûna xwe nîşandabûn.
PKKê hêj derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.
Rudaw
