• Sunday, 22 February 2026
logo

Bajarê Minbicê bi temamî hate rizgarkirin

Gulan Media August 12, 2016 Nûçe
Bajarê Minbicê bi temamî hate rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku tevahiya bajar hatiye rizgarkirin.

Di 73yemîn roja operasyona bajarê Minbicê de hate ragihandin ku bajar bi temamî hate rizgarkirin. Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar îro saet di 17.05ê de ji deste terorîstên DIŞIê hatiye derxistin û bajar ketiye bin kontrola wan.

Ji roja destpêkirina operasyonê heta îro bi giştî 172 hezar sivîl ji destê DIŞIê hatin rizgarkirin û li kampan hatin bicîkirin ku li rojhilatê bajêr hatine avakirin. Bi metirsiya ku terorîst ketibin nava sivîlan, sivîlên hatin rizgarkirin di bin kontrola ewlekariyê derbas dibûn û tevahiya pêwistiyên wan tên bicî kirin.

Ji duh û vir ve tene li taxa El-Serbê ciyek di bin kontrola DIŞIê de mabû û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo bidestxistina vir ji çar hêlan operasyon da destpêkirin. Piştî ku evder jî bidest ket bajar bi temamî hate rizgarkirin.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Ahmet Ibrahîm ji Sputnikê re axivî û aşkere kir ku bajar bi temamî hatiye bidestxistin. Ibrahim diyar kir ku niha li bajêr lêgirînê dikin û dest bi paqijiya mayinan kirine.

Rayedarên Meclîsa Minbicê diyar kirin ku heta niha 3 hezar mayin û teqemenî hatine bêbandorkirin û di encama şer de 283 şervanên Meclîsa Leşkerî jiyana xwe ji dest dane. Dîsa di vî şerî de nêzîkî 3 hezar DIŞI mirine.

Top