Li rojava 130 çekdarên DAIŞê hatine dorpêç kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku YPG serpereştê wê yê serekiye, di roja 01.06.2016 operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê ya li Kurdistana rojava da destpêkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi alîkariya balefirên şer ên hêzên hevpeyman ve karîn piraniya bajar rizgar bikin û li gor gotinên fermandarê lîwaya bazên Reqqe ku encûmena leşkerî ya Minbicê de ye Feyaz Xanim dibêje, naha nêzîkî sedî 2yê bajar di destê DAIŞê de ye, lê sedî 98 hatiye rizgarkirin.
Çavkaniyek ji hêzên Sûriyeya Demokratîk bi peyamnêran re ragehandiye ku 130 çekdarên DAIŞê yên li taxekî navenda Minbicê hatine dorpêç kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştgiriya Amerîkayê ji bo rizgar kirina bajarên Minbic û gundên parêzgeha Helebê û Reqaya paytexta xîlafeta DAIŞê hatiye pêkanîn.
Basnews
