Wezîrê berevaniya derdikeve li hemberî Desteya Destpakiê
Serokê Desteya Destpakiya Iraqê Hesen Yasir ragihand ku îro desteya wan dê guhdariya gotinên Wezîrê berevaniya Iraqê Xalid Ubêdî bike ewên ku li parlamentoyê kiribûn.
Hesen Yasir herwiha bal kişand ser wê yekê ku pêwîst nake desteya wan daxwaza rakirina parêzbendiyê ji ser wan parlamentaran bike ewên ku navên wan ji aliyê Wezîrê Berevaniya Iraqê ve hatine eşkerekirin.
Serokê Desteya Destpakiyê ew yek jî ragihand ku desteya wan tîmeke meydanî ava kiriye ji bo diyarkirina wan dosyayên ku ji aliyê Wezîrê Berevaniyê ve hatine pêşkêşkirin û encamên wan jî wê yek bi yek bêne belavkirin.
Roja Duşemî 1ê Tebaxê di civîna Parlamentoya Iraqê de lêpirsîn bi Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî re hatibû kirin. Di vê civînê de Ubêydî, Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî û çend rayedarên din bi gendeliyê tohmetbar kiribû.
Ubêydî gotibû: “Hewl hatiye dan bi bertîl, gefxwarin û lihevkirinê çend girêbestên gumankirî û neyasayî ku gendelî tê de heye, îmza bikim.”
Wezîrê Parastina Iraqê herwiha hejmara wan girêbestan û rêjeya pereyan aşkere kiribû, ku li gorî îdiaya wî hewl hatiye dan bi awayekê neyasayî wan girêbestan îmza bike.
Xalid Ubêydî di civîna parlamentoyê de her yek ji Serokê Parlamen toyê Selîm Cibûrî, parlamenter Mihemed Kerbolî, Henan Fetlawî û Aliye Nuseyf bi gendeliyê tohmetbar kiribûn.
Rudaw
