• Sunday, 22 February 2026
logo

Kudetayê100 milyar dolar zirar gihande aboriya Tirkiyê

Gulan Media August 3, 2016 Nûçe
Kudetayê100 milyar dolar zirar gihande aboriya Tirkiyê
Hewldana derbeya leşkerî ya ku 15'ê Tîrmehê li Tirkiyê pêk hatibû ziyanek mezin gihand aboriya welêt. Wezîrê Gumrîk û Bazirganiya Tirkiyeyê Bûlent Tûfenkçî diyar kir ku ziyana hewldana derbeya leşkerî gihandî aboriya Tirkiyê 300 milyar lîreyê Tirk yanî ev ziyan ji 100 milyar dolaran derbas bûye.

Wezîrê Gumrîk û Bazirganiya Tirkiyeyê Bulent Tufenkçî wiha got:"Balefirên şerî, helîkopter, çek, bombe û avahî; 300 mîlyar lîrayê Tirk e. Belkî ev hejmar kêm jî be û dikare zêdetir jî bibe."

Tufenkçî ragihand ku yek ji ziyana herî mezin gihaye sektora geştyariyê. Tufenkçî diyar kir heta niha hemwelatiyan nêzîkî 1 milyon rezervasyonên xwe betal kirîne lê ew vê kêşeyê safî bikin.

Li gel zîyana gihayê aboriyê, hinardeya Tirkiyeyê zêde bûye. Serokê Meclîsa Hinardekarên Tirkiyeyê Mehmet Buyukekşî ragihand li gor daneyên hefteya piştî hewldana derbeya leşkerî hinardeya Tirkiyeyê %16 zêde bûye.

Serokê Meclîsa Hinardekarên Tirkiyê Mehmet Buyukekşî wiha axifî:"Bingehên makroekonomiya Tirkiyeyê saxlem e. Hewldana derbeya leşkerî li ser hinardeyê tesîrek kêm kir. Hikûmeta me jî li ser vê mijarê gavên pêwîst diavêje."

Buyukekşî ragihand li gor hesabên heyvanê hinardeya Tirkiyeyê di heyva Tîrmehê de bûye 9 milyar dolar. Li gel vê yekê Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek got

ji ber hewldana derbeya leşkerî mezinbûna aboriya Tirkiyê di sala 2016ê de dikare nêzîkî %4 ê be. Dihat pêşbînî kirin mezinbûna aboriya Tirkiyeyê di sala 2016ê de %4,5 pêk bihatiya.

K24
Top