Li Çewlîgê teqînek bihêz qewimî
Duh serê êvarê, li nêzîkî bajarê Çewlîgê, dema panzêra polîsên taybet derbas dibû, teqînek qewimî.
Waliyê Çewlîgê derheqê bûyerê de daxuyanî da û got, ew bûyer di encama teqîna otomobîleke bombekirî de qewimiye.
Hat gotin ku di wê bûyerê de herî kêm 6 polîs hatine kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne ku rewşa 2 polîsan baş nîne.
Basnews
