• Sunday, 22 February 2026
logo

Leşkerên Tirkiyê yên Mûsilê jehrî ketine

Gulan Media August 1, 2016 Nûçe
Leşkerên Tirkiyê yên Mûsilê jehrî ketine
Hejmarek zêde yê leşkerên Tirkiyê yên li Başîqayê nexweş ketine. Tê îddîakirin ku DAIŞê jehr xistiye nava ava wan.

Roja 29ê Tîrmehê li Baregaha Leşkerî ya Gûdadê ku nêzîkê navçeya Başîqa ya Mûsilê ye, hejmarek zêde yê leşkerên Tirkiyê û Heşda Nîştîmanî, ji ber nexweşiyê rakirine nexweşxaneyên bajarê Duhokê.

Hate gotin ku hinek leşkerên Tirkiyê jî ji ber heman nexweşiyê yekser şandine Tirkiyê.

Rêveberê Nexweşxaneya Şêxanê Xeyrî Xidir derbarê mijarê de agahî dane Rûdawê got:

“Nêzîkê 20 leşkerên Heşda Nîştîmanî gehiştin nexweşxaneya me. Li gor zanyariyên me 60 leşkerên Tirkiyê jî nexweş ketine. Hinek ji wan li gel me hatine dermankirin û hinek jî yekser şandine Tirkiyê.”

Xidir derbarê nexweşiya leşkeran de jî daxuyand ku piraniya leşkeran îshalê ketine û dilê wan rabûye.

Baregaha Leşkerî ya Gudadê ev du sal in li nêzîkê navöeya Başîqa hatiye damezrandin. Di baregahê de hezar û 500 leşkerên hêza Heşda Nîştîmanî hene ku piraniya wan xelkê bajarê Mûsilê û derdora wê ne.

Ev 8 meh in nêzîkê 300 leşkerên Tirkiyê bi tevê tang û zirxpoşan li baregahê hatine bicîhkirin. Herwiha hejmarek şêwirmendên leşkerî di nav vê hêzê de ye û perwerdeyê didin leşkerên Sûnne yên Heşda Nîştîmanî.

Çavkaniyekî ji baregahê ji Rûdawê re ragihand ku niha di nav baregahê de gotegotek heye, dibêjin DAIŞê ava baregahê jehrî kiriye. Hedefa wan leşkerên Tirkiyê bûye lê leşkerên Heşda Nîştîmanî jî berketine.

Berpirsê Baregaha Gudadê General Mihemed Yehya jî diyar kir îddî ne rast in û daxuyand ku leşker ji ber germa hewayê û ava germ, nexweş ketine.

Yehya derbarê hejmara van leşkeran de jî wiha got:

“Nêzîkê 20 leşkerên Heşda Nîştîmanî û 5 leşkerên Tirkiyê nexweş ketin û me ew şandine nexweşxaneyan. Niha rewş asayî ye lê ji bo lêkolîna mijarê komîsyonek jêpirsînê hatiye avakirin.”

Rudaw
Top