• Sunday, 22 February 2026
logo

Xortekî Rojavayî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin

Gulan Media August 1, 2016 Nûçe
Xortekî Rojavayî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin
Xortekî kurd ê Kurdistana Rojava, li ser sînor Bakûr û Rojava ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.

Li gorî agahiyan, xortê bi navê Xelîl Dawûd Mihemed (25 salî), ku xelkê gundê Elokê yê bajarê Serêkaniyê bû , şevê din dema ku hewl dida di sînorê gundê Elokê re derbasî Kurdistana Bakûr bibe, ji aliyê serbazên Tirk ve hat gulebarankirin. Di ecnamê de Dawûd jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku Hêzên Asayîşê cenazeyê Xelîl rakirin nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê, duxtoran diyar kirn ku Dawûd ji ber birînên xwe gelek xwîn wenda kiriye û jiyana xwe ji dest da ye.

Basnews
Top