• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterek: Em naxwazin li Iraqê wek dûvik bimînin

Parlamenterek: Em naxwazin li Iraqê wek dûvik bimînin
Parlamentereka kurd ragehand, dû rê li pêş me ne, yan emê wek dûvikê Iraqê bimînin, yan jî li gel yek emê biryareke hevbeş bidin û ber bi serwerî û serxwebûnê pêngav bavêjin.

Parlamenter û biryardera fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re ragehand; Dû rê naha li pêş me ne, yan emê bibin dûvikê Iraqê û wa bimînin, yan jî li gel yek biryarekî hevbeş emê bidin û ber bi serwerî û serxwebûnê pêngav bavêjin.

Herwaha got: ‘’Nêrînê min de yek rê heye ew jî serxwebûne û xewna çend salan a me hemûyane û Kurdistana başûr biryarê li ser serxwebûnê bide ew çareseriyeke herî guncawe.’’

Parlamentera kurd amaje bi vê yekê jî kir û got; ‘’Em serxwebûnê heldibêjêrin û em naxwazin wek dûvikê Iraqê bimînin. bi piştîwaniya xwedê û îradeya gelê Kurdistanê ve di pêşerojeke nêzîk de derdikevê ka kî dûvikbûnê dixwaze û kê jî serweriyê wê helbijêre.’’

Dawiyê de jî got: ‘’Gotinên serok Barzanî hêviyê dide me ku dewleta Kurdistanê di rê de ye û îradeya gelê Kurdistanê li ser hemû îradeyeke din bihêztire.’’

Basnews
Top