Nêzîk Xurmatû binkeyekî leşkerê yê Îranê hatiye vekirin
Îro 28.07.2016ê çavkaniyekî siyasî li bajarê Xurmatû ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di navbera Silêman Beg û bajarê Xurmatûyê, binkeyekî leşkerî yê Îranê hatiye danîn û şêwirmend û leşkerên Îranê serpereştiya rahênan û perwerdeyên Heşdî Şeibî dikin.’’ Herwaha diyar kir li gor zanyariyên wan, di vî binkeyî de perwerde li ser gelek çek an tê kirin û çawa tên bikaranîn û planên şer têne pêşandan.
Herwaha diyar kir, ku zanyariyên derbarê hebûna fermandarên payebilind ên Îranê li wî binkeyî de hene û ji ber vê jî xelkê de nîgeranî û tirsek ava bûye.
Basnews
