• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Diyarbekirê bêhtir ji hezar kesî ji kar hatin dûrxistin

Li Diyarbekirê bêhtir ji hezar kesî ji kar hatin dûrxistin
Li Diyarbekirê di çarçoveya têkoşîna li dijî derbekaran û cemaeta Xizmet ya Fethulah Gulen de, hezar û 9 karmend ji kar hatin dûrxistin.

Li Diyarbekirê jî lêpirsîna derbarê hewldana derbeya leşkerî de didome. Di vê çarçoveyê de, hezar û 9 kesên ku tê gotin têkiliyên wan bi rêxistina navborî re heye ji kar hatin dûrxistin.

Li gorî ragihandina parêzgeriyê ji kîjan sazî û dezgehan çend kes ji kar hatin dûrxistin, wiha hate eşkerekirin.

Ji ewlehiyê 382, ji Rêveberitiya Perwedeya Netewî 288, Ji Rêvebertiya Polîtîqayên Civakî û Malbatî 97, ji Dadgehê 69, ji Zanîngeha Dîcleyê 56, ji leşkeriyê 41, ji Rêvebertiya TRT ya Diyarbekirê 19, Ji Rêveberitiya Spor û Xizmetên Ciwanan 10, Ji Serokatiya Daîreya Bacê 8, Ji Miftîtiyê 7, ji Rêvebertiya Saziya Ewlekariya Civakî 6, ji Rêvebertiya Herêmê ya Telekomê 4, Ji Saziya Piştgiriya Pêşveçûn û Cotkariyê 3, û 2 qeymeqam, 2 mifetişên bacê û 15 kesên ji saziyên cûda jî di nav de bi tevahî 1009 kes piştî kiryariyên fermî ji peywîr hatin dûrxistin.

Derbarê kesên ku ji kar hatine dûrxistin de lêpirsîn didome.

K24
Top