• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka li ser wê kirîzê, Barzanî piştrast kir

Amerîka li ser wê kirîzê, Barzanî piştrast kir
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka ji ber xatirê qehremaniyên ku Pêşmerge di şerê DAIŞê de nîşan dide, fişar xistiye ser Bexdayê da ku razî bibe Herêma Kurdistanê jî tevlî civîna endamên hevpeymaniya dijî DAIŞê bibe.


Roja 20ê vê mehê, li paytexta Amerîka-Waşingtonê, civîna welatên endamên hevpeymaniya dijî DIAŞê hatibû lidarxistin, di wê civînê de destpêkê ti kes ji Herêma Kurdistanê nehatibû vexwandin. Lê piştî ku Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hember wê yekê nerazîbûn nîşan da, nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Waşingtonê Beyan Samî Ebdulrehman bo civînê hatibû vexwandin.

Li ser wê kirîzê, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kirby şeva borî ji televîzyona K24 re axivî û ragihand, helbet ew qedrê Pêşmerge dizanin û ji ber wan qehremaniyên Pêşmerge û qurbaniyên ku Pêşmerge di şer de dide, ew girîngiyê didin Pêşmerge.

John Kirby li ser civîna endamên hevpeymaniya DAIŞê jî got, me ji ber mêrxasî û qurbaniyên Pêşmerge, fişar xist ser Bexdayê ji bo ku razî bibe Herêma Kurdistanê jî tevlî wê civînê bibe.


Daxuyaniya berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser wê kirîzê piştras dike ji ber ku Barzanî dabû xuyakirin ku Wezîrê Derve yê Iraqê nehîştibû nûnerê kurd tevlî civînê bibe mixabin Amerîka jî razî bibû…

Basnews
Top