Komîsyona helbijartinê: Em dikarin 4 mehan de amadekariyên referandomê temam bikin
Îro 25.07.2016ê serokê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartin û rapirsiya Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Her demekî ku bi awayekî fermî daxwaz li komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinan bê kirin, ku amadekariyên pêkanîna rapirsiyê em bikin, em amadene û ev erkê me ye.’’
Derbarê pêkanîna vê rapirsiyê de, li navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê de jî Hindirîn Mihemed got: ‘’Bo pêkanîna referandomê li wan navçeyane tu tiştekî rêya me bigre tuneye û bi taybet rapirsî li wan navçeyane yasayîtir e.’’
Hindirîn Mihemed got: ‘’Her helbijartinekî li Herêma Kurdistanê pêkbê, em jê berpirsin û eger bi fermî daxwaz li me bê kirin, komîsyon jî daxwaza budce li hikûmeta herêma Kurdistanê wê bike û em dikarin di heyama 4 mehan de hemû amadekariyekê bo pêkanîna helbijartin û rapirsiyê bikin.’’
Basnews
