Li Efrîn Asayişa PYDê çalakvanê ku Alaya Kurdistanê belav kiribû destgîrkir
Îro 24 Temûzê, çalakvanê Kurd ji Efrînê Şêro Ehme ji BasNews re re ragehand: “Doh, Asayişa PYDê çalakvanê Kurd Serbest Xelîl bi sedema ku wî alayên Kurdsitanê di cenazeya Hunermend Bavê Selah de belavkiribûn ji mala wî destgîr kirin û ew jibo cihekî nediyar revandin.”
Derbarê vê mijarê ENKSê beyanameyek belav kirin, kopiyek jê jibo BasNews hate şandin, têde hatiye: “Karekî başbû ku Asayişa PYDê berî çend rojan hejmarek ji zindaniyan berdan, lêbelê divê hemû zindanî werin berdan.”
Herwiha di beyannameyê de hatiye: “Di hema demê de bi tindî destgîrkirina çalakvan Serbest Xelîl bi tuhmeta belavkirina alaya Kurdistanê li ser xelkên beşdar di cenazeya Bavê Selah de û em daxwaza azad kirina wî dikin.”
Beyanameya ENKSê daxwaz kiriye ku, PYDê van kiryarên xwe bide rawestandin û herwiha daxwaz li hemû hêzên Kurdistanî kiriye ku fişarê li PYDê bikin jibo ku, kiriyarên xwe li dijî rêkberên xwe bide rawestandin.
basnews
