• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Siyasetmedar û Nivîskarê Bakûr Mehdî Zana kir

Serok Barzanî pêşwaziya Siyasetmedar û Nivîskarê Bakûr Mehdî Zana kir
Roja yekşem 24.07.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Siyasetmedar û Nivîskarê Bakûrê Kurdistanê Mehdî Zana kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo têkoşîn û keda Mehdî Zana ya li qonaxên cûda cûdayên xebata neteweyî da hebû û destxweşiyê li kar û çalakiyên wî kir û rola wî bilind nirxand.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya Tirkiye û astengiyên li ber xebata neteweyî û demokrasî ya gelê Kurd li Tirkiye kir û her dû alî nîgeraniyên xwe li beranber rewşa emnî û aboriya gelê Kurdistanê li Bakûr nîşanda.

Li beşekî dinê hevdîtinê da ronahî xistin li ser paşaroja Kurdistanê û di derbarê hengavên berev bi cîhkirina mafê diyarîkirina çarenûsê li Başûrê Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top