‘YNK di qonaxa herî metirsîdarda ye û baskên wê bi agir dilîzin’
Ji ber YNK di bingeh de ji çend komel û grubên siyasî pêkhatiye, heta naha jî gelek bask di nav vê partiyê de heye û baskê herî diyar baskê hevjîna sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed û endamê polîtburoya YNKê û cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resul Elî ye.
Vê derbarê de şêwirmend û sekreterê rojnamevaniya Kosret Resul Elî, Samed Zengene bi nameyekî dest ji karberdana xwe ku di 14.07.2016ê de ji YNKê re pêşkeş kiriye û wêneyekî ketiye dest BasNewsê û beşek ji aliyên veşartî yên baskên YNKê aşkera dike. li gor Zengene dibêje: ‘’Di têgeheştina çareseriya baskên vî alî û aliyê din de, we ez kirim wek seyekî ji her dû aliyan ve jî lê didin(Tepelû û Leylan) û ez di navbeynê de xilas kirim.’’
Basnews
