Di hêrişê de 9 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn
Hat zanîn ku li Munchenê îro li navenda danûstandina Olympiayê ku dikeve başûrê Munchenê êrişeke çekdarî pêk hatiye.
Derkete holê ku kesekî Îranî êrîşa bajarê Munchenê ya eyaleta Bavyerayê pêk aniye. Êrîşkar 18 saliye û welatiyê alman bûye. Di encama êrîşê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Midûrê Emniyata Munchenê Hubertus Andrae civîneke çapemeniyê lidarxist. Andrae di civînê de diyar kir ku, di çarçoveya lêpirsînê de cesedê kesekî xwekuştiye li gorî saeta herêmî di 20.30ê de nêzîkî navenda danûstandinê hatiye dîtin.
Andrae aşkere kir ku di enacama îfadeyên şahidên bûyerê û qeydên kamêraya de derketiyê holê ku êrîşkar ev kesê ku xwekuştî ye.
Adrae got ku li gorî lêpirsînê, êrîşkar îraniyekî 18 saliye û welatiyê alman e. Li gorî agahiya Andrae da, tevlî êrîşkar 10 kes mirine û 3 jê bi giranî 16 kes jî birîndar bûne ku hinek ji wan zarok in.
Li ser îdiaya ku 3 êrîşkar hebûne Andrae wiha got: "Hin kes bi wesayitên xwe ji cihê bûyerê bi lez reviyan, ji van guman hate kirin lê ti pêwendiya wan bi bûyerê tune bû."
Midûrê Emniyetê Andrae diyar kir ku derbarê sedema êrîşê de heta niha ti agahî di destê wan de nîne lê ew dizanin ku ew kes 2 salin li Munchenê ye.
Li gorî agahiya midûr, ti qeyda êrîşkar li gel polîs tune ye û hem welatiyê Îranê û hem jî yê Almanyayê ye. Li gorî agahiyên ku derketine êrîşkar destpêkê li ber restorantekê, piştra di navenda danûstandinê ya bi navê ‘Olympia Einkaufszentrum' ê gule bera ser mirovan daye û reviya ye.
Hubertus Andrae derbarê nasnameyên miriyan de ti agahî belav nekir û got ku 2 hezar û 300 polîs ji bo bûyerê ronî bikin dixebitin.
Basnews
