Çaremîn deriyê sînorî yê fermî di navbera Başûr û Rojhilat de hat vekirin
Duh di merasimekê de deriyê sînorî yê Seyranbendê, ku dikeve navbera bajarê Bane (Rojhilat) û Pêncwên (Başûr), bi fermî hat vekirin.
Di merasima vekirina deriyê Seyranbendê de, parêzgerê Silêmaniyê Aso Ferîdûn û ostandarê (walî) Sine û komek rayedarên Îran û Herêma Kurdistanê beşdar bûn.
Bi vekirina deriyê sînorî yê Seyranbendê re, hejmara deriyên fermî yên di navbera Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat de gihîşt 4an.
Her sê deriyên din jî ev in: Deriyê Bazirgan-Gulbulax, deriyê Razî-Heretêl, deriyê Sêro-Esendere.
Basnews
