Li Şengalê êrîşekî DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin
Berpirsê ragehandina fermandariya Şengalê Xelîl Şivan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 20.07.2016ê çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê li bereya Şengalê êrîş anîn ser çeperên Pêşmerge yên li herêmê û li hember vê yekê hêzên Pêşmerge yekser bersiv dan û êrîşa wan hate têkbirin.’’
Herwaha navborî aşkera kir, di encama têkbirina êrîşa DAIŞê de zêdetir ji 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek din jî, ji wan hatne birîndar kirin.
Basnews
